ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

40 Çîrokên li ser Zimanê Kurdî!

Belê 40 çîrokên me nivîskarên kurd hene, her çil jî li ser zimanê kurdî ne. Lê bi rastî em ne dîn in û me ji rehetiya canî aqilê xwe jî nexweriye!

Ji ber ku heta zimanê kurdî di civaka me de wekî hespê kihêl serê xwe hilnede tevna ‘çîrok’ên civaka me jî xwe ava nake.

Dema ku tevna civakekê jî xwe ava neke, meriv nikare ne behsa wêje û siyasetê, ne jî behsa xewn û xeyalên wê bike. Jixwe tevna ken û gerînên civakekê li ber van tiştan gelekî lûks û biha ne û ne hewce ye ku meriv behsa van tiştan jî bike…



Helbet di welat û civakeke normal de kerê kor jî ji van kul û derdên ku em her dem behs dikin fêm dikin û hewce nake ku meriv 40 çîrokên din ji wan re vebêje.

Lê mixabin ev 40 çîrokên me ên li ser zimanê Kurdî li cem hin siyasetmedarên Kurd bi bişkul û pîvazekê jî nake. Tewww di ser de wekî dizê malê ew dev ji me bernadin û zimandirêjiyê dikin!

Em jî gelek caran mecbûr dimînin ku di dor aşê civatê re fetlên nû bidin xwe û wekî ‘meymûnok’an dîsa ji wan re qala 40 çîrokên xwe bikin.

***

Jixwe dagirkerên welatê me jî hemû çîrokên zilm û zordariya xwe li ser helandin û tunekirina zimanê kurdî ava dikin; ew ji me baştir dizanin ku dema zimanê me hêdî hêdî heliya dê tevna 40 çîrokên mayî jî hêdî hêdî bipelişe û bikeve ser axa sar.

Serê we xweş be, lê civakek jî dema ku ji 40 çîrokên xwe bû, serê xwe bi vî awayî datîne ser axa sar ya dinyayê.

Dema ku zimanê me bikeve ber sekeratê –li Bakur niha wisa ye!- wekî di wê çîroka meşhûr de heke ku em 40 ew 4 bin jî, ew ji me em ji wan bikujin jî, dê dîsa em ê bimînin 4 û 4.

Li şûna ku em ê bi 40 plan û projeyên nû ve bixin hawar û qîrîn, mixabin em ji vê sekerata zimanî re jî 40 ‘Balgovên germ û nerm’ digerin.

Em 40 babegît bin jî, em sohbeteka kurdî dixin qurbana 4 tirkîaxêvên sohbet-nedîtî!

Em 40 nivîsên kurdî bin jî, em kovareke kurdî diherimînin û dixin qurbana 4 tirkînûsên gotinbetal!

Em 40 siyasetmedarên kurdîaxêv jî bin, em bi hev re ‘aqilmend’ekî tirkîaxêv hildibijêrin û datînin ser serê xwe!

Em 40 saziyên nû jî ava bikin, dê tê de birbir û zirzira 4 tirkîaxêvan derkeve!

Em 40 pirtûkên kurdî yên ji xuhdana çavên Borges jî bin, dikevin bin lingê pirtûkeke tirkî ya vîkîvala!

Em 40 çîrokên kurdî yên postmodern jî bihûnin, dê qehremanên wê sedîsed tirkîaxêv bin!

Û em navê wê jî datînin, ‘wekhevî, biratî, tolerans, Her ziman insanek e…!’.

Tewwww mala minê!!!

Navê min jî ‘Tolerans’ e, lê ne bi vê ecêb û malxirabiyê gidîîî!

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder