ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Welatparêziya bi tirkî

Nexêr ezbenî wiha nabe…

Ji vê welatparêziya bi tirkî re şerekî giran lazim e.

Ji vê welatparêziya belaş û erzan ya bi tirkî re şerekî bêeman lazim e.

Ji vê welatparêziya tiral ya bi tirkî re şerekî dêweledêxwedavêje lazim e!

Ji vê welatparêziya piştkurmî ya bi tirkî re şerekî manûnemanê lazim e!

Şerekî wisa ku êdî dema du kurd bi hev re bi tirkî bipeyvîn xwe di kerxaneyeka Enqere de hîs bikin.


Şerekî wisa ku êdî siyasetmedarên kurd fêm bikin bi rihê zimanê tirkî aştî pêk nayê.

Şerekî wisa ku dema kurdek du gotinên kurdî xiste çala devê xwe wekî pepûk û xwelîseran nebêje, “Em ne li dijî zimanê tirkî ne!”

Şerekî wisa ku êdî nivîskarên kurd şerm bikin bi ser zimanê tirkî re riya meşhûrbûnê ji rihê xwe yê vala re bigerin.

Şerekî wisa ku zimanê kurdî nebe çeqçeqoka aştiyeke kulek.

Şerekî wisa ku êdî amadekarên pêşbaziyên wêjeyî piçekî şermê bikin û zimanê tirkî nexin nava pêşbaziyên wêjeyî.

Şerekî wisa ku êdî mîhrîcanên belediyeyên kurd bêhemdî nebe‘Mîhracanên Zimanê Tirkî’.

Şerekî wisa ku êdî rojnamegerên kurd pirsên tirkî ji gundiyên kurd nekin.

Şerekî wisa ku êdî organîzatorên çand û hunera kurdî ne tirkîaxêfên wekî polîsên sîvîl bin.

Şerekî wisa ku êdî meriv bikaribe ji keçikên kurd maçên kurdî bidize.

Şerekî wisa ku êdî nivîskarên kurd xwe li ser serê zimanê kurdî mezin nekin.

Şerekî wisa ku êdî her kes wateya mamostetiya kurdî bizanibe û kêm kes ji hev re bibêjin mamoste.

Şerekî wisa ku êdî tu kes di du rojan de kurdî kifş neke û xwe li ser serê me wekî qehremanekî dawî îlan neke.

Şerekî wisa ku êdî tu kes cesaret neke li ser gorên şehîdan helbestên bi tirkî bixwîne.

Şerekî wisa ku êdî siyasetmedarên kurd ên di riyên Enqereyê de qibleya xwe winda dikin fêm bikin ku kodên çareseriya pirsgirêka kurd di şkefta zimanê kurdî de veşartiye!

Şerekî wisa ku êdî pênûsa nivîskarên kurd ji mijarên asîmîlasyon(pişaftin) û otoasîmîlasyonê(xwepişaftin) re ko be.

 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

1 yorum: