ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Dîmenekî pir ecêb yê Bakur, "Zor spas! Serkeftin heval!"

Êdî ez gihîştime wê baweriyê ku nexweşiyeke eşkere ya Bakuriyên me heye!

Bi kurt û kurmancî ev nexweşî xwe her dem wisa dide nîşan:

Kurdên ku ev deh sal in dixwazin zimanê kurdî fêr bibin, ji bo ku xwe fêrî kurdî nekin ev deh sal in serî li hemû "bahane, tiralî, xemsarî, sersarî û xwelîserîyan" didin. (Helbet tu kes ne mecbûr e ku fêrî zimanê kurdî bibe! Lê heke kesek bixwaze û neke?!...)

Loma meriv dikare navê vê nexweşiyê deyne, "Dixwazim kurdî fêr bibim û naxwazim fêr bibim!"

Vê yekê an yekser an jî bêhemdî xwe dikin!

Êdî Bakuriyên me hindik maye ku daxwazeke wisa bikin: "Li şûna me bila tirk/ereb/faris xwe fêrî kurdî bikin!"

Heke hin kes şerm nekin, dê îlanan bidin rojnameyan û dê vê daxwaza xwe bi eşkereyî ji raya giştî re eşkere jî bikin!

Di dawiya vê nexweşiyê de jî her dem dîmenekî wisa ecêb û sosret derdikeve holê:

Piştî sohbet û axaftina tirkî, di dawiyê de bi dengekî şidyayî dibêjin, "Zor spas! Serkeftin heval!".

Min gelek caran mereq kiriye, gelo bi rastî jî ev Bakuriyên me bi vê "Zor spas! Serkeftin heval!"ê ve dixwazin peyameke çawa bidine me gidî?

Gelo peyam ev e: "Heke ev her çar gotinên min yên kurdî xelata Nobelê werbigirin, hingê ez ê çend gotinên din jî fêr bibim!"

An peyam ev e: "Eva we kurdiya min ya akademîk jî dît. Ez hêj asîmîle nebûme, lê ev her çar gotin ji serê we zêde ne!"

An jî peyameke wisa veşartiye: "Jixwe dayîk û xwesûya min bi kurdî dizanin, ma çi hewce ye ku ez bi kurdî biaxivim gidîîî"

Belkî jî camêr peyameke wisa didin, lê em fêm nakin heyran: "Kûrtçe dîlî pir zengîn e heval!"

Belkî jî sed peyamên din yên veşartî di wê "Zor spas! Serkeftin heval!"ê de heye, lê ez nikarim pê derxim.

Tişta herî baş, em jî ji wan re bêjin, "Zor spas! Serkeftin heval!"

Û berê xwe bidin felekê!

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder