ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Newroz e, xuşexuşa dilê biharê ye!

Newroz e...

Xuşexuşa dilê biharê ye. Çîveçîva strana azadiyê ye. Kulîlkên stûxwar ên adarê, xwe li bêhna sibehên welatê min digirin.

Newroz e…

Bêrîkirina azadiyê, wekî pêtên agirî ji rûyê zarokên delalokî dipeke û bi govendgerîna xwe ve li rûyê gund û bajarên min ên dagirkirî dikeve… Rêça şervanên bênav, bi çirûskên rojê re şîn dibin.

Evdile Koçer: Em Mirin Birako! (Ji bo bîranîna Helebçeyê!)

Em Mirin Birakoo...  (Ji Bo Bîranîna Helebçeyê!)

Em ketin ber xezeba felekê...
Mirina bêbav, kirasê xwe li bihara rengîn kiribû....
Strana me li ber deriyê Xeyalistanê nîvco ma...
Qirik li me bû pira selatê...

Erê birakoo, em mirin...