ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Em Mirin Birako! (Ji bo bîranîna Helebçeyê!)

Em Mirin Birakoo...  (Ji Bo Bîranîna Helebçeyê!)

Em ketin ber xezeba felekê...
Mirina bêbav, kirasê xwe li bihara rengîn kiribû....
Strana me li ber deriyê Xeyalistanê nîvco ma...
Qirik li me bû pira selatê...

Erê birakoo, em mirin...


Xwedayan jî awir ji me vedabû...
Qêrîna zarokan dibû gilokên mirinê...
Taviya biharê jî negihîşt hawara me...
Gulî û keziyên me ketin ser kuç û kevirên bêbext...

Erê birakoo, em mirin...

Bedena me ji axa bêmirad re bû nameyek...
Gopalên kalan teşiyên pîran, bûn kêlên dilê me...
Nefesa me li ber bêhna nêrgizan çikiya...
Deşt û mêrg bûn goristanên xweziyên me...

Erê birakoo, em mirin...

Teyrên demsalî diketan ser cendekên me...
Xalxalok diperpitîn ber nigê me...
Xecîcok xwar bûbûn ber serê me...

Erê birakoo, em mirin...

Kirasê mirinê bêreng bû...
Axa sar heftreng bû...

Erê birakoo, em mirin...

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder