ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Hişê kemalîstên tirk û hişê kemalîstên kurd wiha ye!

Hişê kemalîstên tirk wiha ye:

"Heke kurdî jî lazim be, em ê bînin Tirkiyê!"

Hişê kemalîstên kurd jî wiha ye:

"Heke kurdî jî lazim be, em ê bînin Kurdistanê!"


***

Kemalîstê me, ji "taştê"ya kurdî re dibêje "kahvalti"!

Ji nanê diya xwe re dibêje, "ekmek"!

Ji mastê pirîka xwe re dibêje, "yogurt"!

Paşê dixwaze ku bi hezar teoriyên ecêb ve kurdan "rizgar" bike!

Ma çima tu fêm nakî gidî?!

Ez "kahvalti" û "rizgar"kirina te naxwazim, ez "taştê"ya kurdî dixwazim heyran!

***

Tişta min fêm kirî ev e:

Heta ku qîmeta "çepgirekî qûn-neşûştî" li cem siyaseta kurd ewçend zêde be, heta ku kurdekî xwe-ne-nas mase û kursiyên herî delal ên Kurdistanê "dagir" bike, qet mereq nekin dê "YEKÎTIYA KURD" jî qet çênebe!

***

Tiştên ku em ji dewleta tirk dixwazin, heke em jê ji sedî bîst jî di jiyana xwe de pêk bînin, dê hingê dewleta tirk zûka Kurdistanê biterikîne!

***

Çîroka "mêrê diya me" wiha ye:

Rojekê "Roja Jinan" pîroz dikin, paşê pêlî serê jinan dikin!

Rojekê "Roja Zimanê Kurdî" pîroz dikin, paşê pêlî serê zimanê kurdî dikin!

Tew tew, mala minê!

***

Hinek kes hene, jiyana wan tenê ji "slogan û çepikan" pêk tê!

Heke ez bim bila ew serî li "Pirtûka Guenissê ya Rekoran" bidin!

***

Li Kurdistanê bila saziyeke bi navê "Em her tiştî dizanin!" bê avakirin, da ku qîmeta kesên nezan jî zêde bibe!

***

Tiştên ku li cem xelkê dibin "skandal û malxirabî", li cem me kurdan hema bêje dibin, "Serkeftin heval!"

***

Kurdên ku dibêjin, "Ewropî ji bo berjewendiyên xwe, filan û bêvan..." qet ji siyasetê fêm nakin!

Dev ji gilî û gazincên beredayî berde kurdo!

Dev ji siyaseta zarok û mindalan berde ezîzê mino!

Tu jî ji bo berjewendiyên miletê xwe hemû dinyayê ji Kurdistanê re bike dost û heval û paşê li gorî dilê xwe "filan û bêvan"ê bike!

***

Di dinyayê de tişta herî xirab ev e: Ku meriv ji "îdeolojî"yekê bawer neke, lê mecbûr be ku pê re bimeşe!

Jê xirabtir tişteke din heye gelo?

***

Heke bindest dev ji "gilî, gazinc, pepûkî û xwelîseriya mazlûmtiyê" berdin, dê zûka ûr û hinavên serdestan bidirînin û bavêjin ser sergoyê wan!

***

Heta ku aşê Kurdistanê nebe "aş", dê her kes behsa "çeqçeqokên dagirkeran" bike!

***

Civaka ne-balixbûyî/negihayî mixabin gelek caran ferqa "nok û bişkulan", "sîr û pîvazan" û "rexne û heqaret"an nizane!

Loma gelek caran dost û neyarên xwe jî ji hev dernaxe!

***

Seîdê Kurdî heke niha sax bûye, dê sedîsed tişteke wisa bigota:

"Ez bê nan dikarim bijîm, lê ez bê azadiya kurd, kurdî û Kurdistanê nikarim bijîm."

***

Gotina min ya dawiyê jî ev e:

Xwedê kesî şaş neke, şaş bike kaş neke, kaş bike faş neke, faş bike lê kesî neke bindestê ziman û çanda dagirkeran!
Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder