ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Slogan, çepik, reyîn û ewteewt!

Dema hin kes "xwe" ava nekiribin...

Dema fikir, bîr û baweriyên wan yên "şexsî" tunebin...

Dema tenê fêrî xulamtî, serserîtî û xwelîseriyê bibin...

Dema her dem li ber taq û dîwarên "xelk û cîran"an bin...
Helbet hingê hurmetê jî nîşanî tu fikrên din nakin!

Hingê li ba wan jî tenê ev dimîne: "Slogan, çepik, reyîn û ewteewt!"

(Biborin, lê meriv carina mecbûr e ku tiştên wisa jî binivîse!)

Bi hêviya ku her kes bi "fikrên xwe" ve bersiv bide "fikrên din"!!!

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder