Ciwanekî kurdîhez di sohbetekê de ji siyasetmedarekî kurd pirsiye, "Tu Celadet Bedirxan û Hawara wî çawa dibînî?"
Siyasetmedarê me wiha bersiv daye:
"Celadet Bedirxan stranbêjekî baş e û Hawar jî straneke xweş e!"
Baş e ku hema negotiye, "Bila were beşdarî partiya me bibe!"
***
Ey siyasetmedar û rewşenbîrên kurd yên TIRKÎ-HEZ!
Bila haya we jê hebe: Celadet Bedirxan her şev ji tirba xwe derdikeve û li kar û barê we mêze dike!
***
Şoreş û ronesansa civakî, dê çawa çêbe jixwe her kes ji min çêtir dizane!
Lê dê "çawa çênebe", ez dizanim!
Bi "ferman, talîmat, slogan, çepik û saziyên vikîvala" qet şoreş û ronesansa civakî çênabe; heke çêbûya, niha me li Bakur deh Kurdistan ava kiribûn ezbenî!
***
Meriv dikare ji "kundir"an jî hunerê çêke!
Lê meriv nikare ji kundiran re behsa hunerê bike!
***
Dema navê şehîd û nemirên Kurdistanê tenê bibin "sloganek", ew hingê bi rastî jî dimirin!
***
Bi qasî ku kurd li ser gotinên "çepên tirkan" analîzan dikin, heke nîvê wê li ser "Gotinên Pêşiyên Kurdan" analîz bikirana, niha rihê Kurdistanê azad kiribûn!
***
Kesên ku şêwe û vegotineke tevlihev û şêlo dixin nav wêjeya kurdî, ew sedîsed bi tirkî difikirin!
Aferîm ji we re berxên zimanê tirkî!
***
Fikrên we cuda ne! Ev yek ji bo pêşketina demokrasiya Kurdistanê xweş û baş e!
Lê zimanê we yek e: Hûn hemû bi tirkî dinivîsin!
***
Kurd ji tirkan re nabêjin, "Çima te navê xwe kiriye Tûrkiye?"
Lê tirk ji kurdan re dibêjin, "Çima te navê xwe kiriye Kurdistan?"
Gelo hûn dizanin çima?
Ji ber ku: Serdest li gorî orf û adetên xwe pozê xwe dixin nav her tiştê bindestan! Nexwe dê tu roleke serdestiya wan nemîne.
***
Dema ku kurd "nav û paşnavên tirkî" werdigerînin ser zimanê kurdî û di jiyana xwe de bikartînin, ez dibêjim qey hingê "Roboskî"yeke nû jî pêk tînin!
***
Kurdên ku "muxalefet"ê wekî neyartiyekê dihesibînin, siyaseta Kurdistanê paş ve dibin û zirareke pir mezin didin pêşketina demokrasiya Kurdistanê!
***
Êdî "MÎT, HERON Û KAMERAYÊN DEWLETA TIRK" ketine nav çeq û navrana her kurdî!
Civakeke muhafazakar bi vî rengî xweştir dikare bê kontrolkirin!
***
Tişta min fêm kirî ev e:
Ateîzma tirkan..
Misilmantiya tirkan..
Sosyalîstiya tirkan..
Faşîstiya tirkan..
Û gelek nexweşiyên tirkan ji qûna Kemalîzmê derketine!
Ey kurdo!
Xwe ji hemû nexweşiyên Kemalîzmê dûr bixe!
***
Li Amedê bila mûzexaneya asîmîlasyon û xwe-asîmîlasyonê bê avakirin!
***
Hinek kundirên ku bûne belayê serê zimanê kurdî naxwazin vê yekê fêm bikin:
Axaftin û nivîsandina bi zimanê kurdî, ne minet, rûmet û tişteke pîroz e!
Divê "kurdî" bibe tişteke xwezayî, asayî û normal bo me hemûyan!
***
Û di dawiyê de duaya min ya navdar:
"Xwedê kesî şaş neke, şaş bike kaş neke, kaş bike faş neke, faş bike lê kesî neke bindestê rihê rewşenbîrên tirk!"
Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com
Kaydol:
Kayıt Yorumları (Atom)
Çend Etîketên Nivîsan
aştî
ax
belediye
berlîn
bindest
CIA
çalakî
çepo
çîrok
derî
dirû
evdile
ezbenî
festîval
fîlm
Freud
gewez
heval
koçer
komplo
kurdî
kurmancî
mirin
MOSSAD
mûzîk
neteweyî
pêlava birîndar govendistan çîrok mirin koçername
pirtûk
polîs dayîk pêlava birîndar çîrok wêne rapor çalakî
serdest
Sigmund
şer
tiral
tirkî
welatparêz
welatparêz tirkî ezbenî şer aştî
yekmal
ziman
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder