ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Kurteçîrok

Çîrok: "Guhar"

Piştî ku gundê me hate şewitandin û me koçî vî bajarê mezin kir, jiyana me jî ji binî ve guherî. Bavê min heta du mehan jî îş û karek ji xwe re peyda nekir. Paşê berê xwe da hala bajêr... Carna bi poşetek fêkî û sewzeyên rizî ve dihat, carna jî du sê zebeşên qetkirî dida ber singa xwe û bi awirên fêhîtokî ve li deriyê malê dixist.

Ne bi dilê me bû, lê diya min jî mecbûr ma ku biçûya malên cîranan paqiş bikira; dema ku berêvaran vedigeriya, meriv ji xetikên ruyê wê fêm dikira ku gelekî diwestiya. Her du birakên min jî diçûn ber devê mektebê benîşt difrotin, hin rojan baş bû heqê nanê me dihanîn, hin rojan jî qet...

Min jî encax li dîskotekekê îşek peyda kir. Lê roja din çend wereqe xistin destê min û min ji îş derxistin. Di nav hefteyekê de min sê îş guhertin, an jî ku rast bibêjim ji sê îşan hatim qewirandin. Lê hefteya din dîsa li dîskotekekê min karekî normal ji xwe re dîtibû.

Heta berê şeveqê min qedehan dişûşt û heta ku bihata milê min, bi hil û can mîna eynikekê min ew qedeh dibiriqandin. Her deh deqîqeyan kurikekî sorik dihat û radihişta wan qedehên ku min dibiriqanda û dibir.

Çiqas ku dihat qedeh dibirin, min jî li paş ve bi çavên zoq li guharên di guhên wî de dinêriya. Ez nizanim ji ber çi, lê min digot qey min ew kurikê sorik nas dikir. Lêbelê, min dikir û nedikir tiştek nedihat bîra min. Min jî her kêliyê wekî naskiriyekî lê dinêriya, lê min dîsa jî tê dernedixist.

Roja din me qasekî bi hev re sohbet kir, min her tiştî jê pirsî û jiyana wî serobin kir, lê min fêm kir ku me berê hevûdu nedîtibû. 

Navê wî M..... bû.

Lê her kesî jê re “Soro” digot. Guharên Soro mîna pirsekî ketibûn hişê min û jê dernediketin.

Paşê min xwe negirt û min ev mesele jê re vekir, lê ewî jî got ku, em li tu derî li rastî hev nehatine. Lê dîsa jî dema ku min Soro û guharên wî didît, perdeyek di hişê min de vedibû û ez dibiram derekê, lê ez li nîvê rê dimama.

Dîsa şeveke welê, Soro bi guharên nû ve hat û çû û ji min re got, “Divê tu îşev zend û bendên xwe vemalî û wekî guran bixebitî. Birek xort hatine, pîrozbahiyê dikin, dê sibê biçin eskeriyê...”

Dema got, “esker”, sir û nepeniya Soro û guharên wî jî di hişê min de kifş bûn.

Gotinên wî ez di cih de birim meydana gundê me û ez ketim nav mitaleyên kûr:

....rojeke şil û pil bû, li hawîrdora çiyê hê jî berf hebû. Esker bi çek û rextên xwe ve li derdora gund girtibûn, cemse û erebeyên wan weke yên melkemotan dikişiyan nava gund.

Jin, zarok, pîr... em yekoyek ji nav xanî û malan, bi lêdan û gefan derxistibûn û li meydana gund top kiribûn. Çêr û nifirên eskeran di nava qîrîn û girîna zarokan de winda dibûn.

Wekî şitlên çilmisî em hemû li meydana gund ketibûn rêzê. Bi awirên tirsonekî me hemûyan li çavên hev dinêrî. Wekî zarokên din, min jî bi şid bi kirasê diya xwe girtibû. Tirseke welê ketibû nava min, ez nediwêrîm wekî rojên din bi rehetî bigîriyam jî.

Lê ez hingê tê nedigihîştim ku, eskeran ji ber çi em li meydana gund top kiribûn û vê tadayiyê li me dikirin.

Minê paşê fêm bikira ku, birek xortên gundê me ev du sê roj bûn çûbûn serê çiyê... Lê divê ez vê jî bibêjim ku, serê çiyê binê çiyê çibû, xort ji bo çi çûbûn, min hingê nedizanîbû.

Qumandarê wan bi zimanekî xerîb û bi tirş û tehl dipeyiviya û her bi ser me de diqêriya. Kesî nediwêrî ku bigota “çit” jî...

Paşê bi stûyê cîranê me girt; bi qûna tivinga xwe kete ser, heta ku li erdê bêhiş kir.

Tiştek nedihat bi milê me. Min di dilê xwe de digot “Xwedeyo, tu me ji nav lepên van melkemotan xilas bikî...” Lê qumandar qet û qet nedisekinî, weke agirê xwedê çawa ku kula xezebê ketibe dilê wî her êrişî me dikir; min hingê digot qey me bavê wî kuştibû...

Me ji zimanê qumandar fêm nedikir, lê eskerek ji wan carna xeber û ştexaliyên qumandarê xwe, bi zimanê me li me vedigerand.

Qumandarê çavsor, bûbû wekî pizotê agir, mîna dûpişkan her di derdora me re digeriya. Piştî kêliyek din ji muxtarê gundê me re çend gotinên nexweş kirin û berê xwe da cîpa xwe ya eskeriyê. Ji paşiya cîpê telîsek derxist û bi giraniya xwe ve ber bi me ve hat. Te digot qey dê hin tişt nîşanî me bikiran.

Telîsê spî bi rêveçûneke xweşhal ve hanî û hema yekcar vala kir ber nigê me...


Çîroka bi navê "Guhar" di pirtûka kurteçîrokan ya bi navê "Mirin"ê de cî digire!

Xwedayooooo!

Ev çi bûn?

Yek, du, sê, çar...

Çar seriyê mirovan...

Erê erê, çar seriyê mirovan ên jêkirî, wekî gogan ketin ber nigê me...

Em hemû gavek bi paş ve vekişiyan, lê eskerên li pişt me nehiştibûn. Qêrîna keçikeke biçûk, hê jî di ber guhê min de ye.

Diya min bi dengekî nizm, “Bismilaaa.. Neizûbilaaa...” got.

Jinikekê ji nişka ve bi heylohawarê ve xwe avêtibû ser seriyekê. Min bawer dikir ku ew serî seriyê kurê wê be.

Axîn û hawara wê dilê me şewitandibû:

“Xwedêêêê, mala bavê we bişewitîne...! Xwedêêêê, tifika we bitemirîne...! Axxx lawooo birawoooo...”

Ji tirsa min nedikarî ku ez xweziya xwe jî daqurtînim. Mîna zîncîrekî min bi delinga diya xwe girtûbû. Hema bêje, ziravê min qetiyabû. Şetek şil ketibû şalê min, ji tirsa wan çar seriyan min bi xwe ve mîz kiribû... Dû re hate bîra min ku, delinga diya min jî şil bûbû, çawa ku min paşê fêm kiribû, diya min jî wekî min bi xwe ve mîz kiribû.

Qumandarê ku min digot qey rih pê ve tune ye, pehînekî li wê jinikê xistibû. Jinik, bi giriyê xwe ve, ji ser seriyê kurikê xwe pekîbû aliyê din. Qumandar, seriyên li erdê nîşanî me dikirin û bênavber dipeyivî.

Dû re rahişt gijila seriyekî, çawa ku bixe nava bîbokên me, di ber çavên me re derbas dikir û her bi ser me de diqêriya.

Ewî eskerî jî her gotinên wî li me vedigerand:

“...ev e hûn van seriyan dibînin, wê dawiya yên din jî bibe wekî ya van. Ji wan re xeberê bişînin, bila bên. Dewleta me mezin e, emê wan efû bikin. Bila nexapin, bila nekevin pey çîrokên pûç û beredayî...”

Gotinên Qumandar ê ku wî eskerî werdigerand zimanê me, hê jî dom dikir.

Di wê hingavê de min jî li seriyê di destê wî de dinêriya. Tiştek bala min kişand. Min yekoyek li seriyên li erdê jî nihêrî, lê min fêm kir ku bi tenê ew seriyê di destê qumandar de seriyeke sorik bû. Bi dizîka, bi ruhekî ziravqetî min bi çar çavan li seriyê sorik mêze kir: Serî ji heriyê herimîbû, birînek ketibû rû, por gustîlok, enî pehn bû... Lê dema ku çavên min li guharên di guh de ketin, ez bêtir veciniqîm.

Heylo birawooo!

Gava min guhar di wî seriyê sorik de dît, min got, hebe tunebe ev serî, seriyê keçikekê ye, lê min zûka xwe ji vê fikrê şûşt: na na, ne keçik bû, ew kurik bû... Ev cara ewil bû ku, min guhar di guhê kurikekî de didît. Ez hinekî jî ecêbmayî mabûm.

Çaxê min qijînek seh kir, min berê xwe da Qumandar: Bi tiving û pehînên xwe ketibû ser zilamekî. Paşê wî zilamî xist cîpekî. Xwedê dizane, kurê wî jî çûbû serê çiyê. Kêliyeke din, ew serî yekoyek ji erdê rakirin, çawa ku dê û jinê me bibêje, di ber çavên me re derbas kirin û xistin telîs.

Du zilamên din jî xist paşiya cîbê û ew telîsî jî danî ber serê wan.

“...ku ew neyên teslîm nebin, emê seriyê wan bînin teslîmî we bikin, bila xebera we jê hebe... ji we re hefteyek mûhlet...”

Qumandarê nezernexweş gotinên xwe yên dawî jî gotin û bi eskerên xwe ve ji gund vekişiya.

Hefteyek şûn de dema ku dîsa bi telîsê xwe ve Qumandar hatibû, qiyameta me jî rabibû. Wekî gelek gundên din wê carê gundê me jî şewitandibûn.

Û paşê me koçî vî bajarê xerîb kir...

Çerqqqqqqqq...

Gava ku Soro ji min qedehên paqiş xwestin, ez ji nişka ve ji nav mitaleyên xwe derketim. Lê hingê şûşeyek ji destê min ketibû û bûbû çerqîna wê: Çerqqqqqq...

Soro tinazê xwe bi min kir: “ Xêr e kuro, meriv dibêje qey tu evîndar î... Ji bîr neke, ev qedeha ku te şkandî dê ji yewmiya te bibirin...”

Min got belkî ez rojekê vê çîrokê ji Soro re jî vebêjim, lê ez ditirsiyam ku jê bawer nekira.

Ji wê rojê û pê ve êdî qet ji bîra min neçû... Çiqas ku min guharê Soro bidîta, ez dîsa diçûm meydana gund û ew guharê di guhê wî seriyê sorik de dîsa dihat ber çavên min.

Tirsa wê rojê, hê jî li ber çavên min e...
 **********************************
Evdile Koçer - Guhar

2 yorum:

  1. mamoste çiqas dilê min êşand ev çîrok :( xwedayooo

    YanıtlaSil
  2. xweda ji te razi be bira , ha wusa dewam bike . Ji bo peeşerojee ji te re serkeftin , serkeftin disa serketin

    YanıtlaSil