ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Pirtûk



PÊLAVA BIRÎNDAR



Pêlava Birîndar pirtûkek ji Evdile Koçer e. Weşanxaneya ku ev pirtûk çapkiriye "Weşanên Han" e.

Pêlava Birîndar ji 49 kurteçîrokên biçûk pêk tê.

Nivîskar di kurteçîrokên xwe de bi sembolên cihê ve xwendevanî ber bi şopa şerê dawî yê Kurdistanê ve dibe.

Kurteçîrokên Evdile Koçer gelekî kurt in, carina ji pênc şeş hevokan, carina jî ji bîst hevakon pêk tê. Piraniya kurteçîrokan rewş û derûniya şerê dawî yê ku ser rihê însanan şopa xwe hiştiye vedibêje.

Nivîskar di çîrokên biçûk ên di Pêlava Birîndar de, bi "pêlav"ekê ve birînên şer, bi "gule"yekê ve şopa şer, bi "masî", "kusî", û "pêlîstok" ve çend dîmenên piştî şer yên ku li ser civakê hiştiye nivîsandiye. .

Koçer, di "Pêlava Birîndar" de wekî her car dîsa bi zimanekî şêrîn û sade ve û bi vegotineke kurt ve behsa rastiyên mezin ên civakê dike, lê ser û binê çîrokan jî ji bala xwendevanî re dihêle û wan dixe nav rêwîtiyeke dûvedirêj.

* Pêlava Birîndar, Çîrok, Weşanên Han, îlon 2010, Berlîn, 72 rûpel, ISBN 978-94040997-20-03




KOÇERNAME


"Koçername" pirtûkeka nivîskar Evdile Koçer e. Di sala 2009'an de ji nav "Weşanên Do" derket.

Nivîskar, di Koçernameyê de pirsgirêkên civakî û siyasî bi şêwazeke mîzahî vedibêje û bala xwendevanan dibe ser gelek meselokên kelevajîk.

Di pirtûkê de bi zimanekî wêjeyî behsa gelek klîşe û tabûyên civaka kurd dike.

* Koçername, Mîzah, Weşanên Do, çile 2009, Stenbol, 128 rûpel, ISBN 9944-10861-8



MIRIN


"Mirin" pirtûkeka nivîskar Evdile Koçer e. Di sala 2006'an de ji nav "Weşanên Aram" derket.

“Mirin” ji deh kurteçîrokên nûjen ên kurdî pêk tê. Her deh kurteçîrok jî temaya wan li ser mirinê ye.

Mirina ku van 30 salên dawî xwe wekî siyekî berdaye nav jiyana civaka Kurdan, di nav kurteçîrokên Evdile Koçer de xwe bi awayeke din dide der.

*Mirin, Çîrok, Weşanên Aram, Cotmeh 2006, Stenbol, 79 rûpel, ISBN 9944-581-171-2




GOVENDISTAN


Govendistan pirtûkek ji nivîskar Evdile Koçer e.

Pirtûk di sala 2002'an de ji nav weşanên Pêrî li Stenbolê derket.

"Govendistan" ji gelek ceribandinên mîzahî pêk tê. Nivîskar di vê pirtûka xwe de pirsgirêkên siyasî, rewşenbîrî û civakî ên serdest û bindestan bi şêweyeke îronîk dinirxîne.

* Govendistan, Mîzah, Weşanên Pêrî, Gulan 2002, Stenbol, 136 rûpel, ISBN 975-8245-62-7


Evdile Koçer behsa pirtûk û nivîskariyê dike!