ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Nirxandin

Govenda Nivîsekê

Nivîskar e...

Xwudan û malxwêyê gotinên nipûnû ye. Rihê gotinan diguherîne; kirasê herî xweşik li wan dike û şewqa hişê xwe berdide ser riya wan.

Gotinên herî virnî û mirî jî digihîne; bi awireke egîtane dibiriqîne û bi navekî din ji nû ve divejîne.

Weke sergovendekî radihêje perê gotinan û ber bi govenda nivîsekê ve dikişkişîne. Lê dema ku dest bi govenda nivîsekê dike weke hosteyeke şareza li ser mijar û çireya nivîsa xwe bi kûr û hûr difikire.

Gotinên ku dê di hûnandina mijarê de bibin xerc, hêmayên ku dê xwe wekî rengê mirinê di nav peravê nivîsê de veşêrin, bi sed awayan di mêzîna hişê xwe de dibe û tîne.

Çaxê got “erê!”, êdî tîrên gotinên stewîn ji kevana sincirî ya hiş dertên û bi hemû heyecan û govendgerîna xwe ve ber bi kaxiza spî ve diçin.
Mîna rihê dengbêjekê gotinan berdide ser dilê hev.

Gotinên ewil ên ku ketin ser kaxizê, bi coş û merema ku dê pêşwaziya fikreke nû bikin bi hev re govendê digerînin. Li ser rîtm, awaz, herikîn û fesalekê govendgerîna xwe didomînin, heta ku govendgerîna van gotinan dimeye û qalibekê digire.

Heke çend gotin di nav disîplîna ‘feqe-seyda’yê de bimeyin û bibin hevokeke qenc, dê bikaribin tovê hevokên din jî li dû xwe bireşînin. Gotinên ku di nivîsê de diçirisin, dibin avakarê hevokên din jî.... Hevokeke sivik lê bi kûr û tejî, xwe bi her awayî diwedilîne.

Lê divê em ji bîr nekin ku, hevsarê hevokan di bin hişê nivîskar de ye. Nivîskar sergovendê hemû hevokan e! Hevokeke rijî û xav, resmê tûrikê nivîskar jî nîşan dide.

Lêbelê, gava ku gotinekê/hevokekê rahişt çepilê xwendevan û ew ber bi deriyê nivîsê ve bir, a hingê dê maneya nivîsevaniyê jî eşkere bibe...

Hevokek berî her tiştî divê ji xwendevan re bibe ronahiyek, da ku ew jî bi milekî ve tevlî govenda nivîsê bibe. Nivîskar jî mecbûr e ku her dem nobedariya vê ronahiyê bike; ji ber ku rêwî her dem li çirûskekê digerin û her dem berê xwe didinê...

Nivîsek ji xwendevan re divê bibe wekî gerînekekê: Dema xwendevanek bi wê tîbûna rihê xwendinê ve xwe noqî nivîsekê kir, divê rihê xwe di nav dinyayeke din de bibîne û bivejîne. Dinyayeke wisa ku bi ava gotinên biriqî hatiye palandin. Dinyayeke wisa ku afirîneriya nivîsê wekî tabletekê li benda veçirandina xwendevan bin.

Bi kurtasî divê hişê xwendevan di nava nivîsekê de bibiriqe û ji nû ve were dinyayê; divê di nava şibakên gotinan de bi pirs û bersivên xwe ve tevli govenda nivîsê bibe.

Nivîseke ku xwendevanî venekişîne nav govenda gotinên xwe, dê berê xwe bide ser sergoya nivîsan; helbet bi nivîskarê xwe ve...

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com