ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Hevpeyvîn

Kovara Tîroj: Li ser wêjeya sirgûnê hevpeyvînek bi Evdile Koçer re

 

Kovara Tîroj: Tesîra sirguniyê yan jî di edebiyata kurdî de sirgunî...

Evdile Koçer: Edebiyat jixwe gotinên xwe gelek caran di nav rihê psîkolojiya sirgunê de dimeyîne... Îro gelek nivîskar li her deverê jî xwe li sirgunê dibînin. Lê nivîskarên ku bi taybetî 12ê îlonê û berî wê bi sirgunê re rû bi rû man û derketin derveyî welêt, di nav konê edebiyatê de êşên xwe û yên civaka xwe vegotin û kedî kirin.

Sirgun kir ku gelek kurd dest bi nivîsandinê bikin: Ji ber ku li dîasporayê kurdî ne qedexe bû, hinekî jî ji ber fenomena ‘welatparêzî’yê, kurdînivîsîn bû armanc bo wan. Çend kesên ku berê bi tirkî/erebî dinivîsandin jî vegeriyan ser bexçeyên kurdî.

Bi qewlê ku nivîskarekî Emerikî jî dibêje, sirgun goristaneke mezin e û ji bo kurdan jî bû goristanek.


Evdile Koçer: "Neynika mîzahê çi ye? Kurd çima hez ji rexneyan nakin? Nivîskarên kurd çima bi navên 'kod' nivîsên mîzahî dinivîsin?"






Henek, qerf, tinaz, pêkenok, yarî, lêvok, qilçix, laqirdî, komedî, esprî…

Êdî bûye adet, çiqas ku ez ji mecbûrî di nivîseke xwe de peyva “Mîzah”ê bikarbînim, wê ji jor de çend xwendevan bi dersên xwe yên zimanzaniyê ve bi ser min de biqîrin û bibêjin, “Ne ev peyv bi erebî ye, divê tu jê re bibêjî ‘qerf’!”

Hinek din dengê xwe bilindtir dikin, “Divê tu bibêjî ‘henek’!” Welhasil ji her xwendevanekî pêşniyarek dertê, “Divê tu bibêjî, ‘yarî, tinaz, pêkenok, komedî, lêvok, qilçix, laqirdî, esprî…”

Şikir ji xwedê re ku kes nabêje, ‘genek’! Helbet nivîskarek tenê dikare bi serê xwendevanan nivîseke wisa bihûne. Lê ev erebî-fobî hatiye radeyek wisa ku tenê zirarê dide zimanê kurdî!

Heke tenê ji wan yekî jî bigota, “Koçero, tu şûna peyva ‘Mîzah’ê peyva ‘Humor’ bêjî, çêtir e!” dîsa jî min ê tiştek fêm bikira.

Lê derdê hemûyan tenê yek e, “Bila ne bi erebî be, çi dibe bila bibe!”